top of page
no background.png

Projeya Bizav çi ye?

Lebatek rewşenbîrî, çandî û siyasî

Bangek ji bo her kesî

 

Ji bo kar li ser rizgarkirina gelê Kurd li Sûriyê wek beşekî ji gelê Sûriyê û ji bo parastina hebûn û ewlekariya wî, û ji bo birrîna rê li ber planên ku tên girêdan li hundir û derve, û li nêzîk û dûr ji navendên rêjîma zordar û komên kurdî yên macerahez û herweha komên xemsar û têkçûyî  bi armanca ku Kurdan û tevgera wan bikin qurbanî di xizmeta berjewendiyên yên din de û gurkirina fitneya nîjadperestî di navbera Kurd û ereban de, û ji bo temamkirina proseya yekgirtina rêza niştimanî ya kurdî, em bang li şirîkên xwe yên Ereb ên Sûriyê û pêkhateyên din bi hemû hêzên wan ên cuda û tevgerên wan ên niştimanî  û hemû aliyên tevgera Kurdistanî bi hemû rengên wê û bi taybetî jî Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê û hemû aliyên herêmî û navnetewî yên pêwendîdarî dosya Sûriyê dikin ku hemû awayên alîkariyê yên biratiyê û piştgiriyê û piştevaniya ji bo serkeftina projeya me ya xilasker bi rêya ku komîteyeke amadekar amadekariyê bike ji bo sazkirina civîneke giştî li ser navê konferansa neteweyî – niştimanî ya Kurdên Sûriyê ji bo nirxandina qonaxa borî û jinûve danîna program û planên tevgera kurdî û xurtkirina rêza navxweyî li ser bingehên bereyî ji bo bidestxistina berjewendiyan û pêşvebirina pêwendiyên erebî-kurdî di çarçoveya têkoşîna gelê sûrî de.

Bi dîtina me, ne erkê vê konferansê ye ku meclîs û rêxistin û partiyên kurdî yên heyî jihevde bixe ku dikarin tevkariyeke erênî û beşdariya bi rêjeya sê li ser yek tê de bikin lê bi mercê ku herdu parên din ên kesên serbixwe û tevgerên ciwanan û saziyên civaka sivîl bin. Herwiha armanca vê konferansê ne destpêkirina şer bi tu aliyê kurdî yê çekdar re ye, lê pêwîstiya wê bi piştgiriya hemû niştimanperwerên rastgo heye ku bi rastî li ser qedera gel û welat  li hemû cihan xemê dikşînin û dê li ser rêxistina enerjiyên xêrxwaz ên belawela kar bike û bihêzkirina statûya serkirdayetiyê ji bo ciwanan û avedanî û formkirina reşnivîsa bernameya siyasî û niştimanî ya kurdî û vegerandina kurdên Sûriyê ji bo cihê wan ê normal di beşdarbûna erênî de ji bo avakirina Sûriyeya nû û beşdariya aktîf di pêvajoya guherîna demokratîk û amadebûna ji bo qezenckirina mafê rewa yê destnîşankirina mafê çarenivîsê di çarçoveya sînorê welatê yek û yekbûyî de û di bin sîstema demokratîk a xwestî û di çarçoveya lihevkirina neteweyî û lihevkirina niştimanî û pêkvejiyanê de.

Gaveke wisa ber bi nirxandin û jinûve avakirinê û bicihbûnê pêwîst e ji bo rewşa niha ya kurdên  Sûriyê û li gor pêşketinên  rewşên awarte li welatê me û guhertinên bilez li ser astên herêmî û navneteweyî  ye derbarê pirsa Sûriyê û  pirsgirêka Kurd û her pêşketinek di xurtkirina avakirin û yekîtiya Tevgera Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê dê têkoşîna gelê Sûrî û hêzên wî yên welatparêz û şoreşger, ji bo jinûve avakirina Sûriyeya nû û pirrengî  û pêkanîna guhertina demoqrat bihêztir bike û li aliyekî din tundkirina bereya parêzvanên destkeftiyên gelê me yê li Herêma Kurdistana Iraqê ku rastî gelek astengiyan tê û birîna rê li ber planên beravêtîkirina tevgera azadiyê ya Kurd li herêmê yan hewldanên ji bo bikaranîna wê di nakokiyên herêmî û navneteweyî de.

Dem derbas dibe, di bin sîbera rewşa xirab de ku li dijî berjewendiya gelê me û welat me ye, lewra her derengîxistinek di bersivdana banga me de ji bo piştgiriyê ji bo çareserkirina krîzê, wê sedemên hilweşîna temamî zêdetir bike û karvedanên wê yên neyînî duqat dike ku dê bigihe tevahiya pirsên çarenûsî yên neteweyî û niştimanî.

bottom of page